Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya, Fransa Û Almanya, Piştgîriyê Didin Pêkhatina Navokî Ya bi Îranê Re


Emmanuel Macron, Theresa May, Angela Merkel

Yekşemê, ofîsa Theresa May Serokwezîra Brîtanya daxuyaniyek weşand û dibêje, serokên hersê welatan; Brîtanya, Almanya û Fransa dê derbarê pêkhatina Navokî ya bi Îranê re bicivîn û ew wê pêkhatinê giring dibînin.

Daxuyanî dide zanîn ku, ew pêkhatina li gel Îranê derbarê bernamê wê yê Navokî hatî kirin baştirîn çareserîye bo nehiştina ku Îran bibe xwedî çekê Navokî.

Daxuyanîya ofîsa May dibêje, Serokwezîr Theresa May, bi telefonê li gel serokê Fransa, Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanya Angela Merkel axivîye, daxwaz hatiye kirin ku pêkhatin bimîne û liser bihê zêde kirin ku hewildanên Îranê yên mûşekên Balistî û çalakiyên wê yên aloz kirina ewlekariya herêmê bihên qedexe kirin û rê li hember wan hewldanan bigrin.

Daxuyanî zêde dike û dibêje"ew di amade ne, derbarê pêgirya hevkariyê bi Amerîka re, bi taybet derbarê çareserîya wan astengiyan, yên ku Îran peyda dike û her şert û mercekê di nûjenkirina pêkhatina bi Îran re." Ewê destekê bidin Amerîka.

Ji hejî bîrxistinê ye ku îro wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo bi seredanekê çûye Rojhilata Navîn, armanca sereke ya wê seredanê zêdekirina zextane li ser Îranê, serok Trump gelek caran îşaret daye pêkhatina Navokî ya bi Îranê re û dibêje, pêkhatina herî xerabe, welatên Ewrupa naxwazin Amerîka xwe ji pêkhatina bernama Îranê ya navokî vekêşe.

XS
SM
MD
LG