Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Dibêje Îslamiyên Tundrê Plana Êrîşên Din Hebû di Rojên Cejnê de


Peqîna bazarê Wehîlat li taxa Sedir li Bexda
Peqîna bazarê Wehîlat li taxa Sedir li Bexda

Wezareta Navxwe ya Îraqê îro Yekşemê ragihand ku Îslamiyên tundrê ku tê texmînkrin ew li pişt êrîşa xwekujî ya xwînî bûn, ku bazarekî qelebalix heftiya borî encamp girtbû, wan plan hebû jibo êrîşên din jî di rojên cejina qurbanê de da encam bidin.

Wezareta Îraqî wêneyên 5 gumanbaran weşandin, di nav de 3 birayên hevin ku piştî êrîşa roja Duşema borî hatine girtin, di wê êrîşê de li gur daxuyaniyên fermî 30 kes hatbûn kuştin û Dewelta Îslamê DAIŞê xwe berpirs ji wê êrîşê ragihand bû.

Hêzên ewlekariya Îraqê "Du torên terorîstî li parêzgeha Anbar û Kerkuk hilweşandin ku berpirsin ji êrîşa 19ê Temuzê li bajarê Sedir," ku ew herêmeke hejar ya paytext Bexda ye.

Daxuyaniya wezaretê dibêje, "Wan plan kirbû ku êrîşên li herêmên cûda li Bexda û parazgehên din di rojên cejnê de encam bidin."

Ji hejî bîrxistinê ye ku roja Şemiyê Serwokwezîrê Îraqê Mustefa Al Kazimî ragihand bû ku "Şaneya terorîstan" ya berpirs ji peqîna bazarê Sedir hatiye girtin.

Bi şev televizyona fermî ya Îraqê "Li Xwe Mukirhatinên" wan êrîşkaran weşand bû, ku 5 kes bûn, û cilên zîndanê yên zer di ber wan de bûn, ku weke diyardek berbilave li Îraqê bo encamderên tawanên mezin tê dîtin.

Wê êrîşê tirs û xemgînî peyda kirbû û tirsa cardî gehiştina Dewleta Îslamî DAIŞê anî rojevê, DAIŞa ku, herêmên xwe yên herî dawî li Îraqê ji dest dayîn û sala 2017ê jinavbirina wê rêxistina tundrê li Îraqê hatîragihandin, lê dîsan şaneyên wê yên nivistî li herêmên biyaban û çiyayên asê li Îraqê mane.

Êrîşa dawî ya DAIŞê li bazarê Wehîlat ya qelebalix li herêma Sedir ya paytext Bexda, êrîşên terorîstî yên DAIŞê anîn bîra her kesî ku di navbera salên 2014-2017ê de gelek herêmên Îraqê kontrol kirbûn.

Êrîş di wî çaxî de pêkhat, dema ku Îraq xwe amade dike bo vekişîna hêzên Amrîkî ji welatê wan. Ragihandina desteser kirina tawankarên êrîşa Sedir wî çaxî hat ku Serokwezîrê Îrqê Mustefa Al Kazimî bo serdana Amerîka xwe amade dikir.

Piştî ku Al Kazimî hevpeyvîna taybet li gel ajansa AP encam dayî, bi serokatiya şandeke hikûmeta Îraqê ber bi Washington da rê. Tê çaverê kirin ku sibê roja Duşemê şanda raqê û ya Amerîka li paytext Washington dest bi berdewamiya gera 4ê ya diyaloga stratejî bikin ya di navbera her du welatan de.

XS
SM
MD
LG