Amerîka rapora salane ya têkoşîna li dijî terorê eşkere kir. Li gor rapora ku Wezareta Derve weşandîye, welatê ku herî zêde piştgirîya terorê dike Îran e.
Rapor dide zanîn ku li seranserê cîhanê, di navbera 2015 û 2016'an de hejmara êrîşên terorî daketîye.
Rapora Amerîka dîyar dike ku Îran piştgirîyeke xurt dide rêxistinên terorî yên li dijî Îsraîlê û bi alîkarîya hin rêxistinên din jî girjîya li Îraq, Sûrîye û Yemenê gurtir dike.
Di raporê de, xencî Îranê, Sûrîye û Sûdan jî di nav welatên ku piştgirîyê didin terorê de hatine nivîsandin.
Daneyên raporê dîyar dikin ku hejmara êrîşên terorî, li gor 2015'an, di 2016'an de 9 ji sedî daketîye: Di 2015'an de 11,774 êrîşên terorî pêk hatine û di sala 2016'an de ew hejmar deketîye 11072'an. Rêjeya mirinên jiber terorê, di heman demê de 13 ji sedî daketîye.
Rapor dide zanîn ku di navbera 2015 û 2016'an de, li Afganistan, Sûrîye, Nljerya, Pakistan û Yemenê êrîşên terorî kêm bûne, lê li Kongo, Îraq, Somalî, Sûdana Başûr û Tirkîyê jî zêde bûne.
Rapora wezaretê dîyar dike ku rêxistina ku êrîşên terorî hêrî zêde li dar xistine DAIŞ e. Li gor raporê, DAIŞ'ê di navbera 2015 û 2016'an de, li Îraqê hejmara êrîşan 20 ji sedî zêde kiriye. Wezareta Derve ya Amerîka dide zanîn ku rêxistinên din yên ku girêdayî DAIŞ'ê ne, li 20 dewlet aktîf in.