Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kî li Dû Kuştinkarîyên Sîyasî yên li Herêma Kurdistana Îraqê Ye?


Ajansa fermî ya Tirkîyê, ajansa Anadolu roja ragihand ku MÎTê li Silêmanî “şefê îstixbarata PKK’ê” kuşt.

Lê, sazîya Asayîşa Herêma Kurdistana Îraqê ragihand ku "di demên dawî de bûyereke weha li navenda bajarê Silêmanî çênebûye".

Lê, bûyer zêdetir balê dikişîne ser çalakîyên leşkerî yên Tirkîyê li ser axa Herêma Kurdistanê.

Li gor çend jêderên ku haya wan ji bûyeran heye, li ser bingeha daxuyanîyên ewlekarî û fermî yên berî niha, herî kêm 12 dozên cuda yên "terora sîyasî" yên girêdayî Tirkîyê û li dijî berpirs û kadiroyên PKK’ê û çalakvanên sîyasî yên Kurdên Tirkîyê û Sûrîyê li herêmê hatine tomar kirin.
Bûyerên weha Piranîya wan li bajarê Silêmanî pêkahtine.

Efser Selam Ebdulxaliq, rêvebirê ragihandina Aasyîşa Herêma Kurdistanê derbarê wan dozan gote Dengê Amerîka "Em nikarin hemû haletên terorê piştrast bikin jiber nebûna amarên rast."

Hin ji wan kesên ku ji alîyê Tirkîyê ve hatibûn kuştin, piştre wek kadiro û berpirsên PKK’ê hatin ragihandin, û hin ji wan jî çalakvanên sîyasî bûn. Hin ji wan kuştinan bi êrîşên esmanî û dronana pêkahtine, û hin jî bi guleyên rasterast hatine kuştin.
Ev di wî çaxî de ye ku çend êrîşên esmanî yên din jî ji alîyê Tirkîyê ve li Herêma Kurdistanê hatine kirin, lê nasnameya wan nehatiye eşkere kirin.

Ev jî dozên herî girîng yên ku ji sala 2019’an vir ve hatine tomar kirin

1- Êrîşa Ser Çîyayê Gowêje

Di 15.10.2019an de li Çîyayê Gowêje yê Silêmanî, Damhat Egîd naskirî bi Seyîd Xan Ayaz û "Karmendê tendirûstîyê" Cemîl Ehmed bi nasnav Ayser Îrmak, di encama êrîşa esmanî de hatin kuştin. Komîteya Têkilîyên Derve ya KCK’ê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku "her du hevalên wan di êrîşa balafirên dewleta Tirk de bi alîkarîya ajanan li herêmê şehîd bûne."

Li gor daxuyanîya KCK'ê, Demhat Egîd jibo "têkoşîna neteweyî ya li başûr" xebatê bimeşîne serdana Silêmanî û Ayser Irmak jî jibo dermankirinê serdana Silêmanê kirine.

Di dema xwe de sazîya Asayîşa Herêmê derbarê bûyerê gotbû piştî ku lêkolînan eşkere bû ku qurbanî bûne armanca firokeyên Tirkîyê, "Ev binpêkirin û pêşhatek metirsîdar e ku bi ti awayî xizmeta ewlekarîya hevbeş nake," weke daxyûnaîya Asayîşê dibêe.

2- Êrîşa Ser Seyrangeha Konemasî

Roja 25.06.2020, êrîşek din li Seyrangeha Konemasî pêkhat, kadroyekî PJAK’ê yê bi navê Rêbwar Qulîzade bi nasnav Arîvan Şorşgir di encama êrişa balafirên Tirkîyê de, li bakurê Silêmanî hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn. Ji derveyî wê, ji malbateke gund 5 kes jî di dikana xwe de birîndar bûn.

Fraksîyona YNK’ê di parlemena Îraqê de wî çaxî di daxuyanîyekê de ragihand û got, "Em bang li Wezareta Derve û nûnerên Îraqê yên di Encûmena Asayişa Navdewletî de dikin ku jibo rawestandina operasyonên leşkerî yên Tirkîyê li ser xaka Îraqê, civîneke awarte li Encûmena Asayişa Navdewletî were lidarxistin."

3- Teqe li Navenda bajarê Silêmanî

Roja 16.09.2021ê, Ferhad Bariş, karmendê kompanîya Veguhastinê ya 'Can Dîyarbekirê'bû, di nava ofîsa kompanîyê ya li bajarê Silêmanî de, bi guleyan birîndar bû.

Di dema bûyerê de Roj Newsê ragihand ku kesê hewla kuştinê dabû, kesekî bi maske û serçav girtî bi çekê êrişî hundirê ofîsa kompanyayê kirîye. Her çendî gule li stûyê Ferhad Bariş ket, lê jîyana xwe ji dest neda û li nexweşxaneya lezgîn ya bajêr hate derman kirin.

Medyaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûyer bi terora sîyasî ve girê da, jiber ku Ferhad wî kesî nas nake û ti arêşên wî yên şexsî bi kesî re nînin.

4- Êrîşa Taxê Çarçira

Rojek piştî hewildana terorkirina Ferhad Beriş, di 17.9.2021’an de endamê Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê Yasîn Bulut bi nasnav Şukrî Serhed li Taxa Çarçirayê bi guleyan hate teror kirin.

Piştî bûyerê, dezgeha dije-terorê ya YNK ragihand, ewê lêkolînê li ser bûyerê bikin û tekez kir, ku "Silêmanî dê hertim navenda piralî û aştîyane bimîne û ti komployek nikare Silêmanî û dezgehên ewlehîyê bixapîne û varê bike."

Komîteya Têkilîyên Derve ya PKK’ê di daxuyanîya xwe de wiha got: “Hevalê me Şukrî Serhed dema diçû nexweşxaneyê, li nêzî mala xwe ji alîyê kontrayekî Tirk ve ji paş ve rastî gulebaranê hat û got ku "bikjuj çar kes in û revîyane Hewlêrê."

5- Êrîşa li Çemçemalê

Di 9.10.2021an de li Çemçemalê di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de kadroyekî PKK’ê hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Mekteba Sîyasî ya Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) di daxuyanîya xwe de got: "Em bombebarana dewleta Tirk şermezar dikin. Ev êrîş binpêkirina serwerîya Başûrê Kurdistanê û Îraqê ye."

6- Êrîşa Ser Axcelerê

Di 21.5.2022an de balafireke artêşa Tirk li gundê Tûteqalî yê girêdayî navçeya Axcelerê ya Çemçemalê tirmbêlek amrnc girt û di encamê de 5 kes mirin. Di nav qurbanîyan de 3 kadroyên PKK’ê û 2 sivîlên ji gund, Aram Kaka Xan û Îsmaîl Îbrahîm, herdu jî zewicî bûn.

7- Êrîşa li Dij Xwedîyê Xwaringeha Denîz

Di 17.5.2022an de li Silêmanî xwedîyê xwaringeha Deniz, Zekî Çelebî bi guleyan hat kuştin.
Piştî mirina Çelebî malbata wî got, “Dewleta Tirk gelek caran gef li Zekî xwaribû û herî dawî MÎT’a Tirk jê xwestibû ku bi wan re bixebite û sîxurîyê ji wan re bike, lê Zekî qebûl nekir, lewma ew qetil kirin. Dibêjin: “Kujerên Zekî Çelebî revîyane Hewlêrê.

8- Êrîş li Dihokê

Roja 17/5/2022 Husên Turalî xwedîyê Asil Borak li Dihokê birîndar bû, lê ji êrişê rizgar bû. Salek şûnde di 17’ê Nîsana 2023’an de welatîyê xelkê Êlihê Huseyîn Tûralî li "Mall Family" li Duhokê careke din bi guleyan hat kuştin.

Piştî bûyerê Nûnertîya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê got, “Em piştrast in ku êrîşa çekdarî bi biryara AKP û MHP’ê hatiye kirin. HDP'ê got, "Şermeke mezin e ku Herêma Kurdistanê bûye navenda qirkirinê."

9. Êrîşa Dronê li Germîyanê

Di 17/6/2022’an de di encama êrîşa balafirên keşfê ya li Kalarê de 4 welatîyên Rojava ku di nav wan de Cîgirê Hevserokatîya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Ferhad Şiblî jî hebû jîyana xwe ji dest dabûn. Piştre MÎT’ê berpirsyarîya êrîşê girt ser xwe û hêzên QSD’ê gefa bersivdayînê xwarin.

Rêvebera Mekteba Sîyasî ya YNK'ê Şanaz Îbrahîm Ehmed jî got, "Em nikarin hemû çavkanîyên xwe yên erd û binê erdê bişînin Tirkîyeyê û wê jibo me bikujin."

10- Êrîşa Ser Taxa Bextîyarî li Silêmanî

Di 10.05.2022an de endama Akademîya Jineolojîyê, rojnamevan û nivîskar Nagîhan Akarsel bi nasnav Zîlan li taxa Bextîyarî ya Silêmanî bi guleyan jîyana xwe ji dest da.

Asayîşê dîyar kir ku kujer hatiye girtin. Dengê Amerîka nasname û vîdyoya kujerê ku ji alîyê asayîşa Silêmanî ve hatiye girtin eşkere kir, lê asayîşa Silêmanî bi fermî ti tiştek derbarê nasnameya wî belav nekirîye.

11- Êrîşa li Kifrî

Roja 28/8/2022 lêkolîner, nivîskar û endamê desteya rêveber a Tevgera Azadî Suhêl Xurşîd naskirî bi Şemal ku karmendê Rêveberîya Çandinîyê ya Germîyan bû, li bajarokê Kefrîyê li nêzîkî mala xwe bi guleyan hat kuştin.

Tevgera Azadî ragihand ku Tirkîye êrîş pêk anîye, hêzên ewlehîyê yên Germîyanê jî gotin ku wan kesek jiber bûyerê girtine.

12- Êrîşên Din li Silêmanî

Di 9/5/2023’an de Husên Arasan ku xelkê bajarê Îzmîrê ye û endamê Komela Karkerên Mezopotamya ye li bajarê Silêmanî li ber çavê wê rêxistinê hate gulebaran kirin û piştî rojekê li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Dengê Amerîka re got: "Em lêkolînê li ser bûyerê dikin, lê ti kes nehatiye girtin."

Piştî bûyerê Komîteya Têkilîyên Derve ya KCK'ê dîyar kir ku ew welatî bi hevkarîya PDKê û MÎT'ê hatiye teror kirin. KCK’ê dîyar kir ku kujer revîyaye Hewlêrê û wiha got: "Ev jî rola PDK’ê ya di van êrîşan de nîşan dide. "

"Enîya Tirkmen a Kerkûkê navenda duyê ye ku di êrîş û komkujîyan de tê bikaranîn e. Divê Iraq van kesan jiber sîxurîya welatên derve bigire."

XS
SM
MD
LG