Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Girtina Tora Terorîst Ya Encamderên Êrîşa ‘Bajarê Sedir’ Radigihîne


Mustafa Al-Kadhimi Serokwezîrê Îraqê
Mustafa Al-Kadhimi Serokwezîrê Îraqê

Serokwezîrê Îraqê Mustefa Al Kazimî îro Çarşemê ragihand ku tora terrorist hatiye girtin, ya ku roja Duşemê li bajarê Sadir li Bexda êrîş encamdayî û di wê êrîşê de 30 kes bûbûn qurban.

Mustefa Al Kazimî bi rêya twîtekê di hesaba xwe ya fermî de Çarşemê ragihand ku "Bi temamî tora terrorist ya tirsonek ku êrîşa xedar ya ser bazarê Al-Wehîlat plankirbû û encamdabû hatine girtin," li bajarê Sedir yê ku pirraniya wan Şîaa mezhebin.

Al Kazimî herwiha got, berpirsên ji êrîşê "Dê li hember yasayê û li hemberî gel hêne rûb bi rû kirin," îşaret bo wê çendê ku ewê li xwe mukir bên di demekî yê roja îro de û êfadeyên wan bihêne weşandin.

Peqîna xwekujî sûka Al Wehîlat li bajarê Sedir aramnc girtbû ku herêmeke herî qelebalixe li paytext Bexda ku di wê êrîşê de 30 kes hatbûn kuştin û zêdetirî 50 kesan birîndar bûbûn.

Êrîşa ku rêxistina DAIŞê girtî ser xwe kîn û xem di nava gelê Îraqê de belav kirbû, bi taybet zarokên ku li bazarî bûn jibo amadekariyên cejna Qurbanê pêdiviyên xwe dikirîn.

Li meha Gulana borî jî, 18 kes hatbûn kuştin ku pirrianiya wan hêzên ewlekariyê bûn ku li ciyên cûda yên Îraqê ji aliyê DAIŞê de hatbûn kuştin, herwiha 32 kesên din di meha Yek ya îsal de di cûte-peqîna xwekujî de hatbûn kuştin, DAIŞê xwe ji wê êrîşê berpirs dîtbû, DAIŞ ya ku Îraqê sala 2017an bidawî hatina wê ragihand bû.

Ev di wî çaxî de pêktê, ku Serokê Hikûmetê Mustefa Al Kazimî xwe amade dike, jibo ku roja 26ê mehê li Washington ji aliyê serokê Amerîka Joe Biden ve bihê pêşwazî kirin.

Nihe Îraq û Amerîka di danûstandinan dane, jibo nexşerêyekê danin ku hêzên hevpeyaman ji Îraqê vekişin, ev jî daxwazek serkî ya aligirên Îranê ye li welat.

Hêzên hevpeymana navnetewî ya piştevaniyê dide hêzên Îraqî li herêma Kurdistanê di çarçova şerê li dij DAIŞê de, sibeya roja Înê rastî êrîşeka dronê hatbû.

Ji destpêka vê salê heta niha 50 êrîş li dij hêzên Amerîkî û berjewendiyên wê li Îraqê pêkhatine.

Berpirsên leşkerî û dîplomasiyên rojavayî li Îraqê weha dibînin ku ew êrîş ne tenê metirsîne li ser hêzên ku li wê herêmê hene, belkî gefeke li dij astengkirina şerê li dij DAIŞê.

Heta niha jî, 3500 leşkerên biyanî li ser axa Îraqê hene, di nav de 2500 leşkerên Amerîkî ne, lê vekişîna wan dibe ku salan dirêj bikêşe.

Ji hejî bîrxistinê ye ku hefteya borî Televizyona fermî ya Îraqê îfadeya yek ji tawanbarên kuştina Hişam Al- Haşimî weşandbû hevdem li gel ragihandina Serokwezîr Kazimî ya girtina tawanbarî ku berî salekê êrîşa kuştina Al-Haşimî encam dabû.

Hişam Al-Haşimî pisporiya derbarê tevgerên Cîhadî hebû û analîstekê navdar bû û dihat hezkirin, kesekê naskirî bû di nava civaka medenî de, ku 6ê meha Temuza 2020'ê li derê male hatbû kuştin.

XS
SM
MD
LG