Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Îdia Dike ku li Tetwanê Serketineke Mezin Dest Bixe


Serap Çakmak Genç û Habîp Yeşîltepe
Serap Çakmak Genç û Habîp Yeşîltepe

Li Tirkîyeyê xebatên hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê berdewam dike. Partîya Demokartîk ya Gelan (HDP) jî di vê çarçoveyê de hin berbijarên xwe bi şêwaza pêşhilbijartinê dîyar kirin. Li bajarê Tetwanê ya Bedlîsê jî bi vî awayîberbijarên xwe dîyar kirîye.

Li Tetwanê di pêşhilbijartînê de, Serap Çakmak Genç û Habîp Yeşîltepe, di nava 13 kesan de, wek berbijarên Tetwanê hatine eşkere kirin.

Genç dibêje ku ev cara yekê ye ku li Tetwanê pêşhilbijartin pek hat û gel bi wê yekê pir kêfxweş bû.

“Li Tetwanê gel jiber AKP û qayuman gelek bi gazinc e. Emê rûxandinên bi destê qeyuman hatine kirin, ji holê rakin. Mînak Navenda Jîyanê ya Mizgîn hatiye girtin. Emê wê careke din vekin. Ji vê cudatir, jibo ciwanan, jinanan, zorkan û hemû gelê Tetwanê projeyên me hene. Emê yek û yek van projeyan bi cîh bînin.”

Yeşîltepe jî dîyar kir ku ewê jibo berjewendîyên tevahîya Tetwanê bixebitin.

“Bo Tetwanê projeyên me yên di warê aborî, geştîyarî û jîngehê hene. Emê xebateke wisa bimeşînin ku dema herkes li Tetwanê binêre bila bêje, “Kurd jî dikarin bajarê xwe bi rêve bibin,” Yeşîltepe got.

Hêjayî gotinê ye ku nifûsa Tetwanê nêzî 100 hezar e û 55 hezar hilbijêrên wê hene. Di hilbijartinên 2014’an de jiber ku berbijêrên Partîya Aşîtî û Demokrasîye (BDP) ji alîyê gel ve nehatibû pejirandin, gel neçûbû ser sindoqan. Loma, Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) ji sedî 55, BDP’ê jî ji sedî 36 deng wergirtibûn.

Jiber ku vê carê berbijar ji alîyê gel ve hatine bijartin, HDP li Tetwanê çaverêya serkeftinek e.

AA_02_08_2019_Tetwan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00

XS
SM
MD
LG