Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nebûna Yekdengîya Kurdên Sûriyê di Qada Navnetewî de


Li herêmên Kurdan li bakur û rojhilatê Sûriyê, guherînên bilez pêktên, rewş li wê derê pir hesas û nazike bi taybet piştî ku leşkerê Tirkiyê û grûbên çekdar êrîş li dij wan herêman pêkanîn.

Rejîma Sûrî ne cidîye di danûstendinên li gel Kurdan de, heta niha çendîn civîn di navbera rejma Sûrî û berpirsên Kurd û Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriy bi navbeynkarîya Rûsya pêkhatine, lê ti encamek erênî jê der neketî ye.

Rûsya hêzên xwe şandin heta bajarê Reqa jî, herêmên Girêspî û Serpkanîyê li jêr kontrola Tirkiyê û grûbên çekdar de ne.

Doh serokê Tirkiyê R. T. Erdogan da zanîn ku ewê heta 1.5 mîlyon penaberên Sûrî ji Tirkiyê bînin herêma ku di erîşên "Kaniya Aştiyê" de hatine kontrol kirin bicih bikin.

Roja Duşemê şandek ENKS'ê li Moskow li wezareta derve ya Rûsya hevdîtin bi berpirsên Rûs re encam dan.

Fethulla Huseyni
Fethulla Huseyni


Bo gotûbêj kirina rewşa niha ya Kurdên Sûriyê û tevlihevîya daxwaz û xwestekên Kurdan ji civaka navnetewî û ne yekbûna wan, bernama "Hest û Helwest" mêhvandarîya berêz Hewas Xelîl endamê Desteya Serokatîya hevpeymaniya Opozisyona Sûrî û berêz Fethullah Hûseynî endamê Nûneratîya Rêveberîya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Herêma Kurdistana Îraqê kir.

Pêşî berêz Hewas Xelîl derbarê şanda ENKSê bo Rûsya got, şanda wan ku ji Dr. Kameran Haco û Îbrahîm Biro pêkhat bû li wezareta derve danûstendin li ser rewşa niha ya Kurdan û herêmê encam dan.

Hewas Xalil
Hewas Xalil


Hewas herwiha got"Her car dema şanda ENKSê bi aliyên navnetewî re dicive, yên ku ez bi xwe jî beşdar bûme, bi aliyên weke Yekêtîya Ewrûpa, Rûsya, Amerîka û Ereban re dicivin, tê xwestin ku Kurd bi yek deng û daxwazên xwe pêşkeş bikin."

Berêz Fethullah Hûsyenî da zanîn ku ti astengîyek weha tin neye ku hêzên Kurdên Sûrî nebin yek. Hûsyenî got"Rêvebrîya Xweser gelek caran bang li ENKSê kirîye ku vegerin û bi azadî xebata xwe li Rojava, di nava Kurdên Sûriyê de bikin."

Hest û Helwest 10 12 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:03 0:00


XS
SM
MD
LG