Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newaf Xelîl: Hêza ENKSê Tune ku Şertên Xwe bi Opozisyonê Bide Qebûlkirin


Li welatê Misrê li bajarê Qahîre roja Şemiyê 10î Îlonê peymanek di navbera Rêvebiriya Xwesrîya Demokrsatîk de li Rojava û Tevgera – Sibê ya ku Ahmed Jerba kesatiyê Opozisyona Sûrî serokatiya wê dike hat îmzakirin..

Ev peyman bi amadebûna berpirsên herdû aliyan pêkhat, peyman ji aliyê Aldar Xelîl endamê Rêvebiriya (TEV-DEM) û Ahmed Jerba Serokê Teyar El-Xed li Qahîre hat îmzakirin.

Aldar Xelîl piştî peymanê dabû xuyakirin ku, hevpeymana li gel Teyar El-Xed li ser hîmê biratiya gelan, jiyana hevbeş, têkoşîna li dijî DAIŞ û rêjîmê, pêkhatiye, herdû alî di warê siyasî, leşkerî û dîplomatîk de, dê hevakirya xwe pêş bêxin.

Dengê Amerîka liser nirxandina vê peymanê hevpeyvînek li gel Newaf Xelîl berpirsê Navenda Lêkolînên Kurdî li Elamniya encam da.

Newaf Xelîl got gelek giringe ku, ev hevpeymanî li welatê Misrê hat Îmzakirin, jiber ku, welatê Misrê heta niha weke Tirkiyê, Erebistana Saudî, Qeter û welatên din tilîya xwe nexistîye nav karûbarên navxwe yên Sûriyê. Misrê û Sûriyê têkiliyên Steratejî bihevre hene û bingeha xwe ji pirsek dîrokî digire, wek Xelîl dibêje.

Xelîl da zanîn ku, ev ji hêza aliyê kurd tê, jiber ku Îdara Xweserîya demokratîk hêza wê heye û bawerî bi wan kesên nîne yên ku, heta doh zilamên rejîma Esad bûn yên weka Riyaz Hîcab û Esaad Al-Zû'ibî..yên din. Baweriya wan bi hêza kurdan bi xwe heye, çendî kurd hevdû bigrin û yekgirtî bimînin dê bikarin pitir mafan xwe bi aliyên din yên li Sûriyê bidin qebûlkirin û ew li Sûriyê girngiyê didin jiyana bi hevre ya bi Ereb, Sûriyanî û kematiyên din re tînin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:10:14 0:00

XS
SM
MD
LG