Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Abdulkerîm Omer Mijarên Girîng yên li Rojava Dinirxîne


Dr. Abdulkerîm Omer
Dr. Abdulkerîm Omer
Di hevpeyvîneke taybet de Dr. Abdulkerîm Omer, Berdevkê Tekîlîyên Derve yê Tevgera Civata Demokratîk (TEV-DEM) mijarên girîng yên Rojava dinirxîne.

Dr. Omer dibêje ew geşbîn e ku danûstandinên wan bi Encumena Niştîmanî ya Kurdî (ENSK) re encamên erênî derxe û ew jî di Rêvebirîya Xweser de cîh bigirin.

"Ev rêvebirîya heyî demkî ye û bi rêya hilbjartinan em dixwazin rêveberîyeke dayimî ava biki. hêvîya me ev e ku birayên me yên ENKS jî cîhê xwe di vî karî de bigirin."

Omer dîyar dike ku ew hazr in hemî kêşeyên heyî bi ENKS re gotûbêj bikin û çareserî ji wan problemana bibînin.

"Xeta me ya sor afirandina hêzeke nû ya leşkerî ye. Bilî wê, em dikarin li ser hemî mijaran biaxifin. Niha derfeteke zêrîn hatiye pêş me. Eger em nikarin wê yekê baş bikar binînd, zarokên me wê lanetê li me bibarînin."

Abdulkerîm Omer dide zanîn ku amadekarîyên wan jibo hilbijartinên li Rojava didomin û ewê di nav du mehan de hilbijartinan pêk bînin.

Omer dîyar dike ku ew li ser beşdarbûna hilijartinên seroktîyê hîn negiheştine biryarekê, lê biryara an wek piranîya gelê Sûrîyê be.
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:45 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG