Berdevkê Navenda Têkîlîyên Diplomatîk ya Tevgera Civata Demokratîk (TEV-DEM) Kemal Akîf li ser bûyerên girîng roja Pênçşemê li Qamişlo preskonferansek li dar xist.
Akîf helwesta TEV-DEM'ê ya derheqa pêşveçûnên dawî yên li Sûrîyê bi giştî û bakurê wê bi taybetî nirxand.
Akîf bal kişand ser polîtîkaya Tirkîyê ya guherîna demografîk ku li Efrînê pêk tîne.
Wî li ser nûçeyên destpêkirina danûstandinan bi hikûmet Sûrî re jî got ku ta niha ti danûstandin destpê nekirine.
Jibo projeyên danîna zagonên girîng û danîna qanûna bingehîn ya sibêroja Sûrî, Akîf got ku dive pêkhateyên bakurê Sûrîyê cihê xwe di nava danûstandan de bigirin.