Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agahî li ser kuştina Serkirdeyê 'Tevgera Azadî' li Germiyanê


Soheyl Xûrşîd, Serokê Tevgera Azadî li germiyan
Soheyl Xûrşîd, Serokê Tevgera Azadî li germiyan

Endamê Serkirdayetiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgerî Azadî) doh piştî nîvro li taxa Şorş ya bajarokê Kifrî ya herêma Germiyan bi guleyan hate kuştin.

Endamê Serkirdayetiya Tevgera Azadî yê ku hat Soheyl Xurşîd Ezîz e bi nasnav (Şemal) tê naskirin û karmendê Rêveberiya Çandiniyê ya Germiyan û yek ji nivîskarên navdar û dîrokzanên herêma Germiyê ye.

Peyvdarê Polîsê Germiyê efser Elî Cemal Qadûrî ji Dengê Amerîka re ragihand ku em hatin agihdar kirin ku li taxa Şorş ya Kifriyê demjimêr 13.00’an zilamekî 62 salî bi guleya hatîye kuştin û ji bo nexweşxana Şehîd Xalid ya pizîşkiya dadwerî li Kelarê hat şandin.

Wî got: "Hêzên me lêkolînan dikin bo naskirina gumanbaran û girtina wan."
Li gor lêkolînên Dengê Amerîka, li Herêma Kurdistanê çekdarek ji otomobîla Mazda ya reş ya ku bê qeyd û bi navê (Îlûc) tên naskirin, ji wê trombîlê dadiket û gule berda wî berpirsê Tevgera Azadî.

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên ji Dengê Amerîka re got: "Bêguman armanckirina Şemal terorîzma siyasî bû, ji ber ku zirar nedaye kesî. Ew nivîskar, rewşenbîr û erdnîgar bû."

"Ti gumana me tune ku Tirkiye li pişt kuştina Şemal e, lê xayinên navxweyî jî hene. Hê zû ye biryara kuştinê were dayîn û em ê paşê pêtir li ser biaxivin."

Kuştina serkirdeyê Tevgera Azadî di demekê de ye, ku roja 17ê Hezîrana îsal, Cîgirê Hevserokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Ferhad Derkî û 3 kesên din li nêzîkî Kelarê di otombîlekê de hatibûn armanckirin û hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG