Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehên Bilind Yên Texas û Ohio Rê Didin Cîbicîkirina Qedexeyên Jiberxwebirinê


Dadgehên bilind ên Texas û Ohio roja Îniyê destûr dan wêlayetên komarî ku sînorkirin û qedexeyên Jiberxwebirinê bi cih bînin piştî ku Dadgeha Bilind a Amerîkayê hefteya borî mafê destûrî yê neteweyî yê Jiberxwebirinê ji nav bir.

Dadgeha Bilind a Texasê roja Înê dereng destûr da ku qedexeya Jiberxwebirinê ya nêzî sed salî bikeve warê cîbicîkirinê piştî ku Dadgeha Bilind a Amerîkayê biryara girîng a sala 1973 Roe v Wade betal kir û mafê destûrî yê jinan a Jiberxwebirinê ji holê rakir.

Fermana ku destûrê dide qanûn bi sivîlî, ne gunehkarî were sepandin, di heman rojê de hat ku Dadgeha Bilind a Ohio destûr da wîlayetê ku qedexeya Jiberxwebirinê ya sala 2019an, piştî şeş hefteyan ji ducaniyê, bi cih bike.

Biryara Dadgeha Bilind a Texasê bersiv bû ji daxwazeke Dozgerê Giştî yê Komarî Ken Paxton re ji bo rawestandina fermanek demkî ya ku dadwerekî roja Sêşemê derxist ku destûr da Jiberxwebirinê li wîlayetê heya şeş hefteyên ducaniyê.

Parêzerên klînîkên Jiberxwebirinê yên ku li dijî qedexeya 1925’an sekinîn soza domandina têkoşînê dan.

Julia Kaye, parêzereke Yekîtiya Azadiyên Sivîl a Amerîkî ku nûnertiya klînîkên Jiberxwebirinê yên Texasê dike ku li dijî qedexeyê ne, got, "Em ê dev ji têkoşînê bernedin da ku pê ewle bibin ku bi qasî ku pêkan be, heya ku pêkan be, karibin bigihîjin xizmetên pêwîs yên tenduristiya bingehîn a anîna zarokan."

Grûpên mafên Jiberxwebirinê ji hefteya borî ve li 11 wîlayetan yaseyên dijî Jiberxwebirinê li ber xwe dane, û dadwerên li Florida, Louisiana, Kentucky, û Utah rê nedan ku sînordarkirin an qedexe bêne sepandin.

Fermanên roja Îniyê hatin dema ku du wîlayetên di bin kontrola Demokratan de, New York, û New Jersey, ketin tevgerê da ku mafên Jiberxwebirinê di nav sînorên xwe de xurt bikin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG