Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

TGS li Qersê bo Rojnamegeran Semînerek Dar Xist


Akademîya Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS) li bajarê Qersê semînereke bi navê “Perwerdeya Rojnamegerî” li dar xist.

Gokhan Durmuş
Gokhan Durmuş

Serokê TGS’ê Gokhan Durmuş di axaftina xwe de li ser rewşa rojnamegerên Tirkîyê sekinî:

“Di nava 15 rojên pêşîn ya meha Gulanê de li Tirkîyê 5 rojnameger jiber nûçeyên xwe rastî êrîşê hatin. Niha jî nezî 140 rojnameger di girtîgehan de ne. Mixabin ev pêla êrîşan tim berdewam e. Tekane rêya têkbirina van êrîşan jî piştevanîya di navbera rojnamegeran de ye.”

Di semînerê de, rojnamegerê şer Levent Oztekin, rojnamevanîya di nava şer de, dîrektorê akademîyê Orhan Şener li ser ewlekarîya dîjîtal, herî dawî derûnîzan Asli Avşar jî li ser travmayên rojnamevanan pêşkeş kirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:44 0:00

XS
SM
MD
LG