Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Taylandê Du Gênc Ji Şikefta Bakurê Welêt Hatin Rizgarkirin


Berpirsên xwecihî yên welatê Tayland dibêjin du gêncên tîma fûtbolê ji şkeftê hatin rizgarkirin.

ji roja 23'ê meha borî ve, 12 endamên tîma fûtbolê li gel rahênerê wan di şekeftê de li bakurê Taylandê di encama baraneka giran de dorpêçkirî man e.

Berpirsan got ew herdû kur li nexweşxaneyeke meydanî ne û dê bên veguhestiun bo nexweşxaneyeka mezintir.

Sêzdeh melevanên biyanî û pênc ên Taylandî beşdarî hewlên rizgarkirina gurûpa fûtbolê dibin.

Berpirs dibêjin renge di navbera du ta çar rojan de dirêj bike ta ku hemî bên rizgarkirin.

Tîma fûtbolê li gel rahênerê wan neh roja di şikeftê de asê mabûn berî ku cihê wan bê naskirin.

Ew di cihekî ziwa de ne, lê barîna baranê û kêmbûna asta oksicînê di hundirê şikeftê de pêwîstiya rizgarkirina wan di demeke zûtir de dide pêş.

Melevanê xwebexş Saman Gunan roja Pêncşemê di operasyona rizgarkirina zarokan de jiyana xwe ji dest da, piştî ku di amadekirina riya rizgarkirina wan de bê ba mabû.

Mirina wî dijwariya erka rizgarkirina zarokan nîşan dide.

Divê zarok şeş demjimêran melevaniyê bikin da ku bigihin derve.

XS
SM
MD
LG