Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Wê Hêsankarî Di Berdana 10 Dîlên Taylandî Da Kiriye


Balyozxaneya Îranê ya li Taylandê îro Şemiyê ragihand ku Tehranê berdana 10 dîlên Taylandî yên di nav destê Hamasê da hêsan kiriye.

Balyozxaneyê da zanîn ku piştî daxwaza wezareta derve ya Taylandê û serokê parlemanê karbidestên Îranê lîsteyek navan pêşkêşî koma milîtanên Hamasê kiriye.

"Ev daxwaz ji alîyê Hamasê ve hat qebûlkirin û piştî agirbestê 10 dîlên Taylandî hatin berdan," Balyozxaneya Îranê li ser X’ê got.

Berdevikê wezareta derve ya Taylandê ji Reutersê re ragihand ku wan ji destpêkê ve lîste pêşkêşî her kesî kirine, ku di nav da Qatar, Misir, Îsraîl û Îran jî hene.

"Aktorên cuda li ser Hamasê xwedî bandorên cuda ne," wî got.

Komek ji siyasetvanên misilman yên Taylandî di meha Cotmehê de çûbûn Tehranê û bi karbidestên payebilind yên Hamasê re hevdîtin kiribûn.

Wezîrê Derve yê Taylandê Parnpree Bahiddha-nukara jî li Qahîre û Dohayê bi karbidestên payebilind re, ser berdana dîlên Taylandî hevdîtin pêk anîbûn.

Hikûmeta Taylandê dibêje ku 20 welatîyên wê hîn jî di destê Hamasê da ne.

Nêzî 30 hezar welatîyên Taylandî li Îsraîl dixebitin, ku yek ji mezintirîn komên wê yên karkerên koçber in, ku gelek di çandiniyê da dixebitin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG