Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Spasdarî li Amerîkayê


Amerîkî roja Pêncşemê Roja Spasdarî pîroz kirin ku kevneşopîyeke dûr û dirêj e. Di vê roja behnvedanê de bi sed hezaran Amerîkî bi rêya firok, trên û otobusan serdana heval û hogirên xwe dikin.

Serok Barack Obama û malbata w roja Çarşemê li navendeke xêrxwazîyê bi dilxwestî kar kirin û alîkarîya hazirkina xwarin jibo kesên xizan kirin. Serok Obama herwiha li Qesra Sipî bi awayekî toreyî, canê 2 culixan bexşand ku jibo serjêkirina hatibûn amade kirin.

Li Roja Spasdarîyê ku nîşaneya hatina demsala zivistanê ye, Amerîkî li mala dost û hevalên xwe kom dibin û bi hevre elok dixwin.

Federasyona Ciluxan ya Netewî (National Turkey Federation) texmîn dike ku Amerîkîyan li Roja Spasdarîyê ya sala çûyî 46 mîlyon cilux anku elok xwarine.

Di vê roja taybet de, hinêk Amerîkî jî waxtê xwe jibo rêxistinên xêrxwaz vediqetînin û xwarinên Spasdarîyê pêşkêşî stargehên bêmalan dikin.
XS
SM
MD
LG