Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Festîvala Şanoyê ya 3’yan Destpê Dike


Li Bajarê Wanê ŞanoWan dê bi dirûşma “Ew roj wê hile, ew bihar wê bê” di navbera 23’ê û 30’ê vê mehê de Mîhrîcana Şanoyan ya 3’yan li dar bixîne.

ŞanoWan ku heya niha xebatên xwe di bin navê Şanoya Mencel de pêk tîna, dê bi navê xwe yê nû, derkeve pêşberî hunerhezan. Mîhrîcana 3’yan ku ji 10 leyîstîkan pêk tê, dê li bazargeha Perîhanê ser dikeya ŞanoWan pêk were.

Herwiha di vekirina mîhrîcanê de dê pêşengeha wêneyên ‘Kulîlkên Hişk’ were pêşkêş kirin. Bi rêzê ve dê heya 25’ê îlonê leyîstîka ‘Jiyan ez ji te hez dikim’, ‘Serbaz’, ‘Jinek hişyar dibe’ wê were leyîstin û di heman demî de pêşengeha dansê ya bi navê ‘Pirimis’ jî were pêşkêş kirin.

Ji 26’ê mehê heya 30 mehê wê lîstikên ‘Tu ne Gara yi’, ‘Buka lekî’, ‘Dek u dolaben Scapen’, ‘Tenê ez’ û lîstikvanên Hinek Henekê derkevin ser dikê. Mîhrîcan dê bi leyîstîka ‘Hay lo dîsa tev li hev bû’ bi dawî be.

Listîkvan Perînaz Delazy ku yek ji amadekara mîhrîcanê ye, got ku wan xwast ye bi mîhrîcanêk dewlemed derbikevin pêşberî şanoheza û serdema şanoya îsal bi vî rengî bidin berdevam kirin.

“Mixabin di 2 salên dawî de ji ber pandemîyê karê me lawaz bû û me nekarî derkevin peşîya temaşavanan. Di vê navberê de me cîhê xwe guhart û hin mezin kir û me xwest serdema şanoyê bi vê mîhrîcanê bidin destpê kirin,” Delazy got.

Delazy yek jî damezrînera şanoya Mencel ya Wanê ye, wê behsê navê nû yê koma lîstikvanên bajarê Wanê jî kir.

“Me pêşîya festîvalê navê xwe guhart. Jiber ku em di xwazin wek listîkvanên Kurd di qada navnetewî de bajar û hunera xwe baş bidin nasîn. Bi vê yekê me navê şano Mencelê kir ŞanoWan. Ev nave hem hunera me ye, hem jî bajarê me temsîl dike.”

Delazy got ku naveroka mîhrîcanê wekî dirûşma xwe hevî dide û geş dike. Wê behsê listîka destpêkê ya mîhrîcanê ya bi navê ‘jiyan ez ji te hez dikim’ ku ji alîyê zîndanîyê Kurd İlhan Sami Çomak ve hatiye nivîsandin kir.

“Me xwast bi listîka Çomak ku ev 28 sal e li zîndanê ye, destpê bikin. Ew listîka wî hem pir xweş e û hem jî bi beştarbûna muzîkjen Ali Tekbaş, muzîkal e. Bi vê yekê me xwast silavekê bişînin, bo Çomak ku ew bi vê listîkê hevîyek mezin dide. Em bi mîhrîcanek dewlemet benda hunerhezan e. ”

Festîvalaa ku ji 8 rojan pêk tê dê bi bernameyek têr û tijî roja Şemîyê derkeve pêş hunerhezên Wanê.

Raporta Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:38 0:00
XS
SM
MD
LG