Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Theodore Roosevelt, Keştiya Firokhilgir ya Amerîkî Digihe Koreya Başûr


Keştiya Theodore Roosevelt (CVN 71), li Busan, Koreya Baçûr.
Keştiya Theodore Roosevelt (CVN 71), li Busan, Koreya Baçûr.

Hêza deryayî ya Koreya Başûr roja Şemiyê ragihand, ku keştiya firokhilgir ya Amerîkî ya ku bi enerjiya navokî kar dike bi navê Theodore Roosevelte gihîşt bajarê peravê yê Busan li Koreya Başûr, da ku di vê mehê de beşdariyê di rahênanên leşkerî yên hevbeş de bike bi welatê mazûvan û Japonyayê re.

Rêberên her sê welatan di lûtkeya Camp David de, di Tebaxa 2023 de, li hev kirbûn ku tetbîqatên leşkerî yên salane li dar bixin ji ber "reftarên dojminkarî" yên welatê Çînê li herêma deryay başûrê Çînê, ku rêbara avê ya nakokbar e.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn piştî 24 salan cara yekê vê hefteyê serdana Koreya Bakur kir û bi rêber Kim Jong Un re peymana ku tê de soza berevaniya hevbeş heye îmze kir.

Ev jî yek ji tevgerên herî girîng yên Rûsyayê li Asya bû, ku Putin, rêberê Koreya Bakur Kim wekî hevalbendek giring binav kir.

Ew serdan Putin ya Koreya Bakur heft mehan piştî geşta Carl Vinson keştiya firokhilgir ya din ya Amerîkî bo Koreya Başûr tê, ku bi armanca rêgirtina li hember berfirehbûna bernameyên navokî û mûşekî yên Koreya Bakur çûbû wê herêmê.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG