Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Çekdarî de Kuştî û Birîndar li Kalîfornîya Hene


Karbidestên ewlehî li Kalîfornîya radigihînin ku zilamekî çekdar di êrîşa ser bar û klubeke dansê de, bi kêmî ve 12 kes derengîya Çarşemê kuştin.

Şerîfê Ventura County, Geoff Dean ji nûçegîhanan re got ku yek ji polîsên ku berî herkesî giheşti cîhê êrîşê, Borderline Bar & Grill ya li bajarê Thousand Oaks bû armanca guleyên êrîşvan.

Wî da zanîn ku polîs Ron Helus ku 29 sal in li ser kar bû, dû re di rê de mir, dema ew ji nexweşxanê re dihat veguhastin.

Dean da zanîn ku di êrîşê de jimareke kesên din jî birîndar bûne, lê ew heta niha hejmara zelal ya wan kesan nizanin.

XS
SM
MD
LG