Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Firînên Şamê Jinûve Da Destpê Kirin


Dîmenek firokeyeke THY.
Dîmenek firokeyeke THY.

Firîna yekê ya Kompanîya Rêhewayên Tirkîyê (THY) piştî 13 salan roja Pêncşemê ya li paytexta Sûrîyê Şamê pêk hat.

"Yekemîn firokeya rêwîyan ya THY ku rêwîyên Sûrî jî tê de bûn, piştî navbereke 13 salan li firokexaneya navneteweyî ya Şamê daket," Ajansa fermî ya Sûrîyê SANA ragihand.

Hat ragihand ku firokeya ji Stenbolê rabûye û tê de 345 rêwî j hebûn,ku berpirsê CEO’yê THY Tirk Bîlal Ekşî û karbidestên Tirk jî di nav wan de bûn.

Ekşî li Şamê ji rojnamevanan re got ku wê di navbera Tirkîyê û Sûrîyê de di hefteyê de 3 firînên du alî werin kirin.


"Ez hêvî dikim ku firînên ku me jinûve dane destpê kirin wê bibe alîkarê têkilîyên di navbera welatên me de," wî got.

THY jî li ser hesabê xwe yê X’ê destpêkirina firinên Şam’ê eşkere kir.


Di 8’ê Berfanbarê de serhildayên bi pêşengîya Hayat Tehrîr el-Şam (HTŞ), di encama êrîşeke 12 rojan de kontrola paytext Şamê bi dest xistibûn û desthilatîya rejîma Beşar Esad têk biribûn.

Koalîsyona bi pêşengîya HTŞ niha desthilatîya defacto ya li Sûrîyê ye û pêwendîya wê ya bi Tirkîye re xurt e.

Kompanîya fermi ya dewleta Qatarê, Qatar Airways di 7’ê Rêbendanê firînên Şamê jinûve dabû destpê kirin, ku firîna cara yekê ya navnetweyî bû.

Di heman rojê de,firokeyek Sûrîyê jî firya Şarcayê ya li Mirgehên Yekbûyî yên Erebî, ku ji dema ruxandina Esad ve, ji Sûrîyê yekem firîna yekê bazirganî ya navdewletî bû.

Firokeyên alîkarîyê û şandeyên dîplomatîk yên biyanî jî dadikevin Sûrîyê û firînên navxweyî jî ji 18’ê Berfanbarê ve destpê kirine.

Jêder: AFP, THY

XS
SM
MD
LG