Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Hişyarî Dide Ku Alozîya Tigrayê Wê Derbazî Herema Şaxê Afrîqayê Bibe


Karbidesta Bilind ya Neteweyên Yekbûyî bo Mafên Mirov Michelle Bachelet hişyarî dide bo zedêbûna tunditijîya dijwar li herêma Tigray ya Bakure Etopyayê.

Ew dibeje di alozîyê ku di we herêmê de çedibe gefa derbazbûna herêmên din yên Şaxê Afrîqayê dike.

Pêş lekolîneke li ser iddîayên binpêkirina mafên mirov li Tigray bi hevkarîya Ofîsa Neteweyên Yekbûyi ya Mafên Mirov û Komîsyona Mafên Mirov ya Etopyayê hatîye çekirin û li Konseya Mafên Mirov ya Neteweyên Yekbûyî hatiye şandin.

Berpirsa NYê dibeje ji dema lekolîna wan ya di meha Hezîranê vir ve, alozîya li Tigray berdewam kiriye û ji vir derbazî heremên nezîk yên Afar û Amharayê bûye.

Bachelet dide zanîn ku ji ber girtinên gelemperî, kuštin, dizî û erîşa cinsî, nezikî 2 milyon kes di vê heremê de derbeder bûnê û rewşeke aloz derketîye holê. Ew dibejê di ve heremê de, rewşa sîvîlan di nav xeterîyê de.

Eyaleta Tîgray, li bakurê Etopya cîh digire û li ser sînorê Erîtreya û Sudanê ye û herwiha 5 mîlyon mirov li vê heremê dijîn.

Jiber pevçûnan heya niha ji her du alîyan bi sedan kes hatine kuştin û herêmên din yên Etopya û herema Şaxê Afrîqa (Horn of Africa) tehdîd dike.

XS
SM
MD
LG