Ajansa Reuters îro Çarşemê ji zarê karbidestekî bijîşkî ragihand ku li Togoga ya li herêma Tîgray ya Etîyopya, encama êrîşeke esmanî de herî kêm 43 kes hatine kuştin.
Welatîyên heremê ji Ajansê gotibûn ku pevçûnên nû di van rojên dawî de li bakurê paytexta herêmê Mekelle pevçûnên nû, zêde bûne.
Berdevikê artêşa yê Etîyopya Albay Getnet Adane bûyer ne piştrast nekir ne jî red kir. Wî got êrîşên esmanî pîvaneke leşkerî ya hevbeş in û hêzên hikûmetê sivîlan nakin armanc.
Berdevikê Serokwezîr Abîy Ahmed û Berpirsê hikûmetê yê bo herema Tîgray bersiv neda daxwazên şîrovekirina bûyerê.
Nûçe ya êrîşa esmanî dema ku karbidestên Etîyopyayê dengên hilbijartinên parlamentoya neteweyî û herêmî dijmartin, hat.
Hilbijartinên parlamentoya neteweyî û herêmî yên welat di vê heftê de li 7 ji 10 eyaletên netewe pêk hat.
Li eyaleta Tîgray, ku artêş ji Mijdarê vir ve bi hêzên Enîya Rizgarîya Gel ya Tîgray (TPLF), partîya desthilatdar ya berê ya herêmê re şer dike, dengdan nehat kirin.
Hevdem, jiber pirsgirêkên ewlehîyê û pirsgirêkên bi kaxezên dengdanê jî hilbijartin li du herêmên din jî hate betal kirin. Karbidest û du karmendên saxlemîyê yên li Togoga îro ji Reuters re gotine ku
leşkerên Etîyopyayê rêya sereke ya ji Mekelle ber bi bajêr ve girtine û nahêlin ambulans bigehin qada bûyerê. Berdevikê artêşê Getnet Adane îdayên ku leşker ambulansan asteng dike, red kir.