Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Daxwaza Girtina Bingeha Leşkerî li Qatarê Red Dike


Erdogan û Emîrê Qatarê Tamim bin Hamad Al Thani
Erdogan û Emîrê Qatarê Tamim bin Hamad Al Thani

Enqerê îro banga Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Bahreyn red kir ku daxwaza daxistina bingeha wê ya leşkerî li Qatarê kiribûn.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Fîkrî Işik got ku hebûna bingeha wan li Qatarê garantîya ewlehîya li Kendavê ye û daxwazên wiha maytekirina nav peywendîyên wan yên ligel Doha ye.

"Ku daxwazeke wiha hatiye, wateya wê mudaxeleya navbera me û Qatarê ye. Berevajî wê yekê, Tirkîye dikare hebûna xwe li Qatarê hîn xurtir bike,” Işik got.

Işik dîyar kir ku wî hîn daxwaza fermi ya daxistina bingeha wan nedîtîye, lê wî zelal kir ku ti nîyeteke Enqerê tune pêdaçûnê li ser peymana xwe ya ligel Qatarê bike ku di 204an de hatibû îmza kirin.

Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Bahreyn jibo ku ambargoya li ser Qatarê rakin, lîsteyeke bi 13 şertan ji wî welatî re şandibû.

Di lîsteya de, girtina bingeha leşkerî ya Tirkîyê ya li wî welatî, sazîya ragihandinê El-Cezîre, ku navend li Qatarê ye, sînordarkirina peywendîyên bi Îranê, girtina û radestkirina hin sûcdarên terorê jî hebûn.

XS
SM
MD
LG