Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijara Opozîsyona Belarûsê Tikhanovskaya Revî Derve


Rêbera rikeberîya Belarusê Svetlana Tikhanovskaya piştî têkçûna di hilbijartinê serokomarîyê de dîyar kir ku bo ewlekarîya zarokên xwe revîye derveyê welêt.

Di hilbijartinan de, serokomarê berê Aleksander Lukashenko jinûve hatibû hilbijartin, li ser encaman protesto destpê kiribûn û di navbera polîsan û xwepêşandaneran de pevçûnên tund çêbûbûn.

Xanim Tikhanovskaya piştî hevjînê wî yê muxalîf ketibû girtîgehê, di hilbijartinên serokomarîyê de li hember Lukashenko bûbû berbijar û dema kempeyna xwe ya hilbijartinê ji girseyên mezin re axifîbû.

Lê, li gor encamên hilbijartinê, Lukashenko 80 ji sedê dengan sitand û jinûve hat hilbijartin.

Tikhanovskaya ji kanala YouTube ya hevjînê xwe daxuyanîyek belav kir.

‘’Min got qey vê kempeyna hilbijartinê hêz daye min û ez bi wê dikarim her tiştî têk bibim. Lê belkî jî ez hîn mîna berê jineke qels im. Min bo xwe biryareke pir zor da.’’ Tikhanosvkaya got.

Piştî encamên hilbijartinê eşkere bûbûn, karbidestên kempeyna Tikhansovkaya gotibun ku ew nikarin xwe bigêhînin Tikhanosvkaya û li ser hindabûnê wê fikar çêbûbûn, lê piştre dîyar bûbû ku ew çûye Lîtvanya.

Wê da zanîn ku li ser çûyîna wê, hin kes dê wê fehm bikin û hin jî rexne bikin got ku ‘’Ti tişt ji jîyanê ne bi qîmettir e’’

Di protestoyan de bi kêmî ve yek kes jîyana xwe ji dest dabû û bi hezaran kes jî hatibûn desteser kirin.

Bîragiştî û Amerîka dîyar dike ku hilbijartinên Belarusê ne adil û azad in.

Lukashenko di sala 1995’an de hatibû desthilatê ku çavdêrên navneteweyî dibêjin ji wê çaxê vir ve encamên hilbijartinê ne zelal û rast in.

Hevjînê Tikhanovskaya, Sergei Tikhanovski, ku li hember Lukashenko berbijar bû, jiber gotinên xwe yên rikeber, di meha Gulanê de hatibû zindan kirin.

XS
SM
MD
LG