Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîna Otombêlekê li Îraqê 5 Kesan Dikuje


Berpirsekî ewlekariya Îraqê dibêje di encama teqînekê de li bajarê Tikrîtê 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Berpirê artêşê got 16 kesên din birîndar bûn di teqîna îro Yekşemê de ku bazarek kiribû armanc.

Ji ber pîvanên leşkerî, kesê berpirs nexwest navê xwe diyar bike.

Nexweşxaneya sereke ya Tikrîtê got wê jimarek birîndarên êrîşê wergirt.

Tikrît paytexta parêzgeha Selahidîn e, cihê ku hêzên ewlekariyê meha borî 30 çekdarên Daişê kuştibûn.

Piştî têkçûna wê ya leşkerî, Daişê tektîka xwe ya şer guhert û êrîşên ji nişakeve pêk tîne.

XS
SM
MD
LG