Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Tirkîyê Ser Destûrnameya Lîbyayê Civîna Awarte Li Dar Dixe


Civata Giştî ya Parlamana Tirkîye, ser destûrnameya Lîbyayê îro Pêncşemê civîna awarte li dar dixe.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan destûrnameyê roja dawîya salê hinartibû.

Erdogan di destûrnameyê de got ku hikûmeta Lihevkirina Netewî ya Lîbyayê, dijî êrîşên rêxistinên wek DAIŞ û El-Qaîde, herwiha jibo gefên hember yekîtîya Lîbyayê û dijî bazirganîya mirovan ji Tirkîyeyê alîkarî xwestiye.

Di civîna awarte de mafê nûnerên partîyên sîyasî heye ku dikarin 20 deqe ser destûrnameyê bipeyîvîn.

Jibo ku destûrname di Civata Giştî ya Parlamanê were gotûbêj kirin, divê di rûniştinê de 201 parlamanter amade bin.

Destûrname jibo salekê rê li ber artêşa Tirkîye vedike ku dikarin li derveyê Tirkîyeyê operasyonan pêk bîne.

XS
SM
MD
LG