Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

TikTok Projeyeke Nû li Amerîka Radigihîne

TikTokê projeyek nû ya taybet bi Amerîkayê ava kiriye ku dê bihêle platforma vîdyoyê ya anavdar li welêt karê xwe berdewam bike, wekî bersiv xembarîyên li ser nepenîya bikarhêneran û ewlekarîya niştimanî.

Kompanîyê roja Pêncşemê di daxuyanîyekê de got ku ewê daneyên bikarhênerên Amerîkayî li ser pergalekê ku ji hêla Oracle ve tê rêvebirin hilîne. Oracle yek ji weberhênerên herî mezin yên di projeya nû de ye. Ewê herwiha ji bo ji nû ve perwerdekirina algorîtmayên TikTok bo 200 mîlyon bikarhênerên Amerîkayî yên platformê bixebite.

Xwedîyên saziya nû dê bi piranî Amerîkayî bin, û kompanîya Çînî ByteDance ya ku TikTok di dest de ye bi qasî %20 li xwe digire.

TikTok dibêje ku desteya rêvebiran ya heft endamî jî dê bi piranî ji Amerîkîyan pêk were û ji hêla serokê berê yê operasyon û bawerî û ewlekarîyê, Adam Presser, ve were rêvebirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê êvarê li ser platforma xwe ya Truth Social pesnê vê pêşketinê da û got ku ew "pir kêfxweş e ku di rizgarkirina TikTok de alîkarî kiriye." Wî herweha spasîya Serokê Çînê Xi Jinping kir ji bo erêkirina wî.

Di serdema yekemîn ya serokatîya xwe de, Trump hewl dabû ku TikTok qedexe bike, û gotibû ku daneyên bikarhênerên Amerîkayî dikarin bikevin destê hikûmeta Çînê.

Piştî qanûnekê di sala 2024an de ku ji hêla Serokê wê demê Joe Biden ve hatibû îmzekirin, biryar bû ku qedexeyek pêk were, lê Trump li şûna wê di destpêka sala 2025an de qedexe rawestand û hewl da ku TikTok weberhênerên Amerîkayî bibîne da ku operasyonên bikarhênerên Amerîkî bigirin ser xwe.


XS
SM
MD
LG