Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Topbarana li Ser Tilrifetê de, Efrîniyên Penaber Dibin Qurbanî


Komên çekdar yên girêdayî artêşa Tirk bajarokê Til Rifet yê herêma Şehba ku bi deh hezaran Efrînî lê penaber in, topbaran kirin.

Çekdaran ji navendên xwe yên li Ezazê dever bi çekên giran topbaran kirin, ku nêzî 20 top di nava bajarokê Til Rifetê û bazara serekî de ketin.

Di encama toparana ku ji saetên sibê de destpê kir, penaberekî Efrînî jîyana xwe ji dest da, û yek jê zarok e 2 kesên din birîndar bûn, birîndar jibo naxweşxaneya Fafînê hatine rakirin, her wiha zerarên madî di mal û erebeyan de ji ber topbaranê çêbû.

Li gor agahîyên ketine destê me, navê penaberê jîyana xwe ji dest daye, Emîn Cawîş e, ew 60 salî ye û ji gundê Bafilûnê yê Efrînê ye, ku ew gundekî Êzîdî. Emîn û malbata xwe dema êrîşa Tirkîyê ser Efrînê de koçber bûbûn û li Til Rifet bi cih bûne.

Her di vê derbarê de hate zanîn ku berbanga îro pevçûnên dijwar di navbera komên çekdar û şervanên bi ser Hêzên Rêzgarîya Efrînê de li bereya gundê Eyn Deqnê yê nêzî Til Rifet rûdabûn, di encama van pevçûnan de herî kêm 5 çekdar hatin kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku topbarana komên çekdar û artêşa Tirk li ser gundên herêma Şehba û Navçeya Şêrewa ya Efrînê her demekê pêk tê, ku ev topbaran bûye sedema tirsa bi deh hezaran penaberên Efrînê yên li van deveran dijîn.

Di vê çarçoveyê de tê zanîn ku hêzên rejîma Sûrî û milîsên bi ser wê de li deverên tên topbaran kirin hene, her wiha çend navendên Polîsên Leşkerî yên Rûsya jî lê bi cih bûne.

Hêzên rejîmê û yên Rûsya ta niha tu helwest yan bersiv li hember topbaranê nedane, ku çalakvanên Kurd vê bêdengîya wan bi hebûna hemhengîyê bi çekdaran û Tirkîyê re şîrove dikin

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:55 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG