Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Til Temir Şerê Giran Didome 


Til Temir
Til Temir

Roja 18 Nîsanê roja Duşemê ji demjimêr 7ê Sibehan de artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve navenda nahîya Zirgan topbaran kir.

Di encama vê topbaranê de şaradariya Zirkanê, navenda Asyîşê û taxên rojhilat yên navçeyê bi giranî rastî top û hawanan hatine.

Ji bilî navenda navçeyê gundên (Esediyê, Xidrawî, Dada Ebdal, Ribêat û Xirbêt Şiît) hatin topbaran kirin.

Mihemed Hemo ji şînyên Zerganê ev agahî bi Dengê Amerîka parvekir.

Di heman demê de artêşa Tirk gundên nahîya Til Temirê topbaran kir.

Gundewarên li navçeya Til Temirê hatine topbarankirin, (Til Şinan,Dirdara, Um Elkêf) ku nêzî 1 km dûrî navenda Til Temirê ye.

Di encama topbaran artîşa Tirkiyê li ser gûndê Tilşinan ê yê Aşûriyan şervanekî Aşûrî ji hêzên bervaniya Xabor jiyana xwe ji dest de.

Her wisa çavkanîyekê ji Til Ttemirê ji bo dengê Amerîka tekez kir ku topên Artêşa

Tirkî li derdora bingeha Rûsî li bajêr ket.

Li alîyekî din, wîzareta berevanîyê ya Tirkî roja yekşemê daxuyanîk weşand têde hat gotin ku HSD êrîş anîn ser deverên kontirola wan li navçeya serêkanîyê , li gorî heman daxuyanîyê ku di encama bersiva Tirkî de 13 şervanên HSD hatin kuştin.

Lê HSD bi daxuyanîyekê di heman rojê de îdayên Tirkî ret kirin. di daxuyanîya HSD de hat goitin: Ji hêlekê din ve Navenda Ragihandinê ya HSD ê roja 17 ê vê mehê li ser malbera xwe ya ferîm daxwiyaniyek ji raya giştî re belav kir û ragihand ku:

''Tevgerên HSDê li wan deverên ku Tirkiyê armanc dike tuneye''.

HSDê dibêje ''artêşa Tirkiyê êrişên xwe yên li ser herêmê zêdetir kir û di wan êrişan de bi taybetî Sivîl tên armanckirin''.

Li gorî zanîyarîyan ku Di dema amadekirina vê raporê aramî vegerîya wê deverê, piştî 3 setan ji topbarandina giran.

Hêjayî bibîrxistinêye ku ji destpêka meha Nîsanê de artêşa Tirk û komên çekdar yên bi ser ve bi aweyekî rojana wan herêman topbaran dikin, ku di encame de gelek ziyan dighêje malkên sivîlan.

ZO_04_19_2022_Til_Temir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00
XS
SM
MD
LG