Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şênîyê Gundê Til Findir ya Girêsipî Qala Êrîşa Tirkîyê Ser Wan Dike


Koçberên Til Fender

Şênîyê gundê Til Findir yê girêdayî Girêsipî ta berî çend seetan ji destpêka êrîşa Tirkî dijî Bakur Sûrîyê bawer nedikirin ku ev êrîş bi ser gundê wan de dê were.

Wan hizir dikir ku bargeha Amerîkî ya li gundê wan e dê bibe rêgir li ber vê êrîşê, lê hêzên Amerîkî ji nişkave xwe vekişandin.

Luqman Ehmed bal dikşîne ku berî êrîşê bi rojekê Amerîkîyan hêz û makîneyên xwe kişandin û ala xwe daxistin.

“Min xeber da gundîyan, roja paştir artêşa Tirk êrîş kir û pêşî li bargeha Amerîkî xistin, bi top û firokan li wê dan”.

Di gera xwe de jibo devereke ewle, gundîyên Til Findirê piştî derbiderbûna ji gundê xwe dîsa berê xwe dane bargeheke Amerîkî li ser rêya M4, lê dîsa top û mûşekên artêşa Tirk û çekdarên tundrê yên pê re ew kirine armanc.

Şemse Mihemed hewilên wan yên reva ji kuştinê wiha anî ziman: “Şevekê em li derve man, paşê em çûn Xirab Işikê li wir 3 rojan man. Dema êrîş giheştin wir em ber bi Sirînê ve çûn, dû re em hatin bajarê Kobanê, rewşa me pir xirab e”.

Derbiderên Til Findirê dibêjin ku her tişt li gundê wan hatiye dizîn û talan kirin û ew nikanin vegerin malên xwe.

Hude Derwîş jî dibêje ku tenê çend malbat li gund mane û çekdaran dest danîye ser hemû mal û mulkê gundîyan.

“Tiştek bi me nehiştin, alavên malê, mazot, motor û dexl, her tişt dizîn, hemû malên gund talan kirin.”

Hêjayî gotinê ye ku rûniştvanên gundê Til Findirê ji Kurd û Ereban pêk tê û ew gund li ser sînorê Tirkîyê ye û 7 kîlometre ji bajarê Girêsipî dûr e.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00
Direct link


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG