Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser Banga Vekirina Derîyê Sînorî yê Til Koçer Dike


Derîyê Til Koçer
Derîyê Til Koçer

Rêvebirîya Xweser bang li civaka navneteweyî û Netewên Yekbûyî (NY) kir ku Derîyê Sînorî yê Til Koçer (Yarubîye) jinûve vekin

Bi nêzîkbûna derxistina civîna Civata Ewlekarî ya NY jibo dergehên mirovî li Sûrîyê.

Rêvebirîya Xweser bi daxuyanîyeke nivîskî bang li NY kir ku careke din dergeha Til Koçer bikeve lîsta dergehên mirovahî.

Luqman Ehmê
Luqman Ehmê

Di daxuyanîyê de hat gotin ku dê 5 mîlyon mirov li Bakur û Rojhilata Sûrîyê zîyanê ji girtina dergeha sînorî digire.

Berdevkê Rêvebirîya Xweser Luqman Ehmê ji Dengê Amerîka re got ku divê karê mirovî ji berjewendîyên sîyasî werin cûda kirin.

“Wek Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê em bang li civaka navneteweyî û NY dikin ku rewşa mirovî ji berjewendîyên sîyasî yên hin welatan cuda bikin. Vekirina dergeha Til Koçer dê rêgeha berpirsîyên navneteweyî yên li hemberî gelê me jinûve rast bike.”

Dergeha Til Koçer xaleke sênorî ya girîng ya navbera Sûrîye û Îraqê ye û berê gelek alîkarîyên navnetewî bi rêka wê derîyê digiheştin Sûrîyê.

Pênc rêxstinên mirovahî yên navnetweyî berî demeke kin ragihandibû ku girtina dergehên sînorî wê bibe sedema birçîmayîna 1.7 mîlyon zarokên li Sûrîyê.

Ehmê bal kişand ku dergeha Til Koçer jibo Bakur û Rojhilata Sûrîyê derîyê jîyanê ye.

“Dergeha Til Koçer jibo herêmê rêyeke sereke ya jîyanê ye. Biryara girtina wê bi vetoya Rûsya û Çînê di 8`ê Hezîrana 2020`an de çêbûbû. Ew yek wekî piştgirîdayîna sîyasetên dorpêça li dijî gelê herêmê bû. Ew biryar wekî gefeke din bû li ser destketinên ku gelê me bû ku bi piştgirîya koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ`ê pêk hatibû.

Li alîyekî din, piştî ku wezîrê karê derve yê Rûsyayê doza dîyalogê navbera Şam û Qamişlo kir, Rêvebirîya Xweser bi daxuyanîkê nivîskî bersîva dîyalogê da û ew yek bi erênî nirxand.

"Rûsya dizane ku sedema têkçûna hevdîtinên me bi hikûmeta Sûrîyê rejîma Sûrîyê bû."

Hin çavdêrên xwecîhî bawer dikin ku ew banga Rûsya tektîkeke Moskowê ya berîya civîna NY ya ser dergehên sînorî yên li Sûrîyê ye û ne Rûsya ne jî rejîma Sûrî di vê daxwazê de rijd in.

ZO_07_05_2021_Deriye_Til_Kocer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00

XS
SM
MD
LG