Lînkên eksesibilîtî

Sîyamend Osman: Derîyê Til Koçer jibo Alîkarîyên Mirovahî Vekirî ye


Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, Rêvebirê Derîyê Til Koçer Sîyamend Osman li ser rewşa dawî agahîyan dide.

Osman dibêje, derî ji bo alîkariyên mirovahî, bi awayekî fermî hatiye vekirin.

Birêz Osman herwiha dîyar dike ku ku hewlên wan didomin ku derî, di demeke kin de, jibo bazirganî jî vebe.

“Komên çete hemî avahî, kompîter û alavên pêdivî talan kirin. Loma jî hinek amadekarî hewce ye ku derî jibo tîcaretê jî were vebe. Hem em hem jî hikûmeta Îraqê dixwaze derî jibo bazirganî jî bi kar were.”

XS
SM
MD
LG