Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Topbarana Til Rifat de Kuştî û Birîndar Çêbûn


Artêşa Tirk û komên çekdar yên pê re, şeva borî dîsa bajarokê Til Rifat ya herêma Şehba bi dehan topên hawanê armanc kirin.

Di encama topbarana Artêşa Tirk û komên çekdar de, ku li bajarê Ezazê bi cîh bûne, hejmareke sivîlên deverê û penaberên Efrînî bûn qurbanî.

Rêvebirê nexweşxaneyê Mihemed Şêxo got ku ne cara yekê ye ku artêşa Tirk sivîlan topbaran dike.

“Di topbarana îro de sivîl bûne qurbanî. Heyva Sor ew rakirin nexweşxanê. Yek kes jîyana xwe ji dest da û 4 kesên din birîndar bûn ku rewşa wan baş e,” Şêxo got.

Jêderên xwecîhî ragihand ku welatîyê kuştî Ereb e û ji xelkê deverê ye. Jêderan herwiha ragihand ku kesên birîndar Fikret Reşîda 48 salî, Zeyneb Omera 54 salî û Miherem Bekirê 70 salî ne ku gî derbiderên Efrînî ne.

Fikret Reşîd ku jiber topbaranê di lingê xwe de birînadar bûye, dîyar kir ku top li nava bajarok ketine loma hemû birîndar sivîl in.

Reşîd bêdengîya rejîma Sûrî û Rûsya, ku hêzên wan li deverê ne, rexne kir ku ew êrîş ranewestînin.

“Qaşo hêzên Rûsî û yên rejîmê gelê sivîl diparêzin, lê ew hember topbaranê bê deng in û li pêş çavên wan topbaran çêbû û sivîl bûn qurbanî.”

Ji destpêka meha Hezîranê, ev cara siseyan e ye ku artêşa Tirk bajarokê Til Rifet topbaran dike û sivîlan armanc digire.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG