Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Êrîşan li Til Temirê Rewşa Dawî Çi Ye?


Xanîyekî li Zerganê
Xanîyekî li Zerganê

Navenda ragihandina HSD’ê ragihand ku 15 gundên başûrê Til Temirê dibin armanca êrîşên Tirkîyê de ne.

HSD dide zanîn ku di encama topbarandinê de 4 sivîl hatin kuştin, 17 kes jî birîndar bûn ku di nava wan de 3 leşkerên artêşa Sûrî jî hebûn.

HSD’ê di 22’yê vê mehê de ragihand ku hêzên wan bersîva êrîşeke bejahî ya hêzên Tirkî ya ser gundê Um Kêf daye.

Li gor agahîyên ji nahîya Zerganê topbarandin şeva Yekşemê sivik bûye û di 27’ê mehê de û şeva borî aramî vegerîya deverê.

Aram Hena
Aram Hena

Berdevkê HSD’ê Aram Hena bal dikşîne ku dema Asûrîyên gundên bakur û rojavayê Til Temirê Krîstmisê pîroz dikir, artêşa Tirkî ew gund topbaran kirin.

Li gor HSD’ê ku di wî şerî de 3 çekdarên bi ser Tirkîyê hatin kuştin, lê Tirkîyê ragihand ku hêzên wan di 21’ê vê mehê de 10 çekdarên û di 22’yê mehê de 2 endamên din yên HSD’ê kuştine.

HSD, îdiayên Tirkîyê red dike û dibîje ku sivîl di encama toprandinê wê de jîyanên xwe ji dest dane û ew birîndarên sivîl wek şervan nîşan dide.

ZO_12_28_2021_Til_Temir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00

XS
SM
MD
LG