Lînkên eksesibilîtî

Tillerson Agirbesteke li Başûrê Rojavayê Sûrîyê Ragihand


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson ragihand ku Amerîka, Rûsya û Urdun li ser agirbestekê li rojavayê başûrê Sûrîyê li hev kir.

Tillerson ew rêkeftin, li bajarê Hamburg ya Almanya, piştî hevdîtina navbera Serokê Amerîka Donald Trump û yê Rûsî Vladimir Putin ji bîragiştî re ragihand.

Wî got ku deverên ku agirbest lê hatiye îmza kirin, bandor li ser ewlehîya Urdinê dike û beşeke tevlihev ya şerê navxweyî yê Sûrîyê ye.

“Bi nêrîna min ev nîşana yekê ye ku Amerîka û Rûsya dikarin bi hevre li Sûrîyê kar bikin. Me gotûbêjên dirêj kirin ku li deverên din yên Sûrîyê jî hevkarî hebe ku agirbestên nû bêne mza kirin,” Tillerson said.

Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov û ajansa Petra ya Urdunê ragihand ku agirbest dê roja Yekşemê têkeve jîyanê.

XS
SM
MD
LG