Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson Ser Qatarê bi Wezîrê Misirê re Diaxife


Wezareta Karên Derve yên Misirê bi daxuyanîyekê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson û hevtayê wî yê Misirî Sameh Şukrî li ser telefonê derbarê kêşaya Qatarê axifîne.

Di daxuyanîyê de derbarê axaftina her du wezîran ti hûrgilî nehat dayîn.

Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Bahreyn û Misirê, bi tohmeta ku piştgirîya terorê dike, li dijî Qatarê ambargoya aborî û siyasî ragihandibûn.

Wezîrê karên derve yên her çar dewlet, bo Qatarê nîqaş bikin dê sibê Çarşemê li Qahîre kom bibin.

Welatên Ereb, bi navbeynkarîya Kuveytê ji Qatarê re lîsteyeke daxwazan ya bi 13 xal şandibû û xwestibû ku Qatar di 10 roj de şertan pêk bîne, lê karbidestên Qatarî bicîhanîna şertan red kiribû.

Her çar dewlet, ser daxwaza Kuveytê, dema bersîvdana Qatarê do Duşemê du rojên din dirêj kiribû.

XS
SM
MD
LG