Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson ji Bangkokê Dixwaze ku Dijî Pyongyangê Çalaktir Be


Tillerson û Serokwezîrê Taylandê Prayuth Chan-ocha
Tillerson û Serokwezîrê Taylandê Prayuth Chan-ocha

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson îro Sêşemê daxwaz ji rêberên Taylandî kir ku li hember Pyongyang kiryarên karîgertir bikin û rê li ber kompanîyên Koreya Bakurî yên wî welatî bigirin.

Cîgira Wezareta Derve ya Amerîka ya bepirsa Asya Rojhilat û Karên Pasîfîk, Susan Thornton got, Washington bawer dike ku gelek şîrketên Koreya Bakurî li Taylandê aktîf in.

“Şîrketên Koreya Bakurî Bangkok wek navenda herêmê bi kar tînin û pir caran navên xwe diguherînin. Washingtonê ji Bangkok xwest ku kompanyayên Koreya Bakurî werine girtin,” Thornton ji peyamhinêran re got.

Wê da zanîn ku Tillerson di hevdîtinên xwe de, ji welatên başûrê rojhilata Asya dixwaze ku çavkanîyên diravî yên Koreya Bakurî bibirin.

Serokwezîrê Taylandê Prayuth Chan-ocha ji berê hevdîtina ligel Tillerson got ku welatê wî dê piştgirîya biryara Neteweyên Yekbûyî ya danana toleyên nû li ser Koreya Bakur bike.

Jêderên dîplomatîk herwiha didine zanîn ku Washingtonê ji Bangok xwestiye ku pirtir penaberên Koreya Bakurî wergire ku jiber rejîma heyî ji welatên xwe direvin.

XS
SM
MD
LG