Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson: Hindik Maye ku Bexdadî Were Kuştin


Wezîrê Karên Derve yên Amerîka
Wezîrê Karên Derve yên Amerîka

Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson, di civîna wezîrên 68 dewletên koalîsyona ku li dijî DAIŞ’ê şer dike de, dîyar kir ku siyaseta Amerîka têkbirina rêxistina tundrê ye.

Tillerson da zanîn ku bêyî hevalbendan DAIŞ naqede.

‘’Ez kêfxweş im ku di sala 2017’an de me budçeya jibo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ji 2 mîlyar dolar zêdetir kir, tiştên me gotibûn em bikin ku di rojên din de em tiştên hewce yên jibo operasyonê belav bikin.’’ Tillerson got.

Tillerson bi berdewamî da zanîn ku hema bêje hemî cîgirên serokê DAIŞ’ê Ebubekir el-Bexdadî hatine kuştin û hindik maye ew jî were kuştin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîka ragihand ku armanca sereke ya konferansê xurtkirina têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û têkbirina komên din ên ku bi rêxistina tunrê re peywendîyên wan hene.

Berdevkê wezaretê Mark Toner, got ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de koalîsyon di qonxeke krîtîk de ye.

XS
SM
MD
LG