Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson Îdiaya Wezareta Derve ya Tirkîyê Red Kir


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson dîyar kir ku derbarê Sûrîyê ti pêşnîyaz ji hevtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoğlu re negotine.

Tillerson berî li Davosê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçirvan Barzanî re kom bibe, pirsên rojnamevanan bersivandin.

Ser pirsa ‘’Te ji wezîrê derve yê Tirkîyê re ser herêma ewle ya li Sûrîyê ti pêşnîyaz kirin?’ Tillerson da zanîn ku wî ti pêşnîyaz nekiriye.

‘’Me ser gelek alternatîfan danûstandin gir, lê me ti pêşnîyaz nekir’’ Tillerson got.

Çavuşoğlu, piştî civîna li Parîsê gotibû ku Tillerson çêkirina herêmeke ewle ya li bakurê Sûrîyê pêşnîyaz kiriye.

XS
SM
MD
LG