Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson: Cîhê Beşar Esad di Siberoja Sûrîyê de Tune


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson dîyar kir ku ewê ti rola Beşar Esad û malbata wî di siberoja Sûrîyê de tune be.

Tillerson li Cenevre ya Swîsrê dîyar kir ku Amerîka, Sûrîyeke yekgirtî dixwaze ku li ser hikûmeta wê de Beşar Esad tuneye.

Wezîrê Amerîkî da zanîn ku desthilata malbata Esad bi dawî dibe û dîyar kir ku mijara sereke çawa bidawîkirina wê desthilatê ye.

Tillerson li Cenevrê bi Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffen de Mistura re kom bû û derbarê pêşveçûnên dawî yên Sûrîyê hevdîtin kir.

Li ber e ku Mistura, di hefteyên pêş de bi pêşengîya NY danûstandinên aştîyê jinûve bide destpê kirin.

XS
SM
MD
LG