Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson û Lavrov Ser Koreya Bakur Axifîn


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevetayê wî yê Rûs Sergey Lavrov li ser telefonê derbarê bernameya muşeka navokî ya Koreya Bakur axifîn.

Tillerson dîyar kir ku Koreya Bkur bi bernameyê biryarên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) binpê dike.

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku axaftina bi rêka telefonê, ser daxwaza Tillerson pêk hatiye û her du wezî xencî Koreya Bakur derbarê Sûrîye û Ukrayna jî axifîne.

Wezarateê dîyar kir ku Lavrov dijî girjîya li Nîvgirava Koreya Bakur e û ew dixwaze ku peyvajo ‘’ji ragihandina toleya derbazî danûstandinan bibe’’

XS
SM
MD
LG