Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rex Tillerson Roja Cîhanî ya Jinan Pîroz Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson bi helkeftina Roja Cîhanî ya Jinan mesajek weşand û ev roj li hemî jinan pîroz kir.

“Di vê rojê de ku em Roja Jinan ya Navnetewî pîroz dikin, Welatên Yekbûyî yên Amerîka pêgirîya xwe ya xurt ya bona çareserkirina newekhevîya navbera jinan û mêran li nav û dervayê welêt dubare dike û bal dikşîne ser girîngîya pêşvebirina statuya qîz û jinan li her derê dinê.”

Tillerson dide zanîn ku ewê bi berdewamî pêngavan bavêjin ku bi rêka sîyaset û programên curbicur xurtkirina aborîya keçan û jinan li seranser cîhanê destek bikin ku piştgirî li karsazî, afirandina derfetên aborî yên wekhev, dîtina karên hêja û hîndarîyên karîger bikin û delîveyên perwerdên fêrbûnê pêşkêş bikin.

“Welatên Yekbûyî pêgir e ku bi hevkar û hikûmetên li seranser cîhanê bişixule ku li her derê rê li ber jinan were vekirin ku ew bikaribin serketî bin û mafên xwe bi kar bînin.”

XS
SM
MD
LG