Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson berî serdana xwe ya Tirkîyê, li Kuveytê dîyar kir ku ew jiber bûyerên li bakurê rojavayê Sûrîyê diqewimin ketine fikaran.
Tillerson da zanîn ku wan hay ji fikarên Tirkîyê yên ser ewlehîyê jî heye.
Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) operasyonên berfireh qedîyane, ‘’lê ew nayê wê wateyê ku Amerîka û hevalbendên wê, dijî rêxistinê serkeftineke mayînde bi dest xistîye.’’
Tillerson da zanîn ku bo îstiqrara herêmên Sûrîyê yên hatine azad kirin wan biryar daye ku butçeyeke din ya bi qasî 200 mîlyon dolar hazir bikin.