Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson li Tirkîyê ligel Erdogan û Çavuşoglu Civîya


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson îro bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Derve yê wî welatî Mevlut Cavusoglu re kom bû û li ser mijarên wek şerê dijî DAIŞ'ê û aramîya herêmê peyîvî.

"Hevdîtinên îro li ser sê armancên dirêjdmeî hatin kirin: bo têkbirina DAIŞ'ê hevkarî, avakiirna îstiqrar li herêmê û xurtkirina peywendîyên aborî yên navbera her du dewletan," Tillerson bi hazirbûna hevtayê xwe Cavusoglu, li Enqerê got.

Tillerson got ku Tirkîye ji 1952’an vir ve endama NATO ye û ewê bi berdewamî hevkarîya xwe ya gerdûnî ya dijî DAIŞ'ê berdewam bikin.

Tillerson derbarê Serokê Sûrîyê Beşar Esad jî got ku divê çarenivîsa wî ya dirêjdemî ji alîyê gelê Sûrî ve were dîyar kirin.

XS
SM
MD
LG