Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rex Tillerson ji Wezîrtîya Karên Derve Venakişe


Tillerson li Qatarê
Tillerson li Qatarê

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert, nûçeyên derbarê karvekişîna Wezîrê Derve Rex Tillerson, bi zimanekî tund red kir.

Li birîfînga rojane ya wezaretê, ser pirsa "Îdiayên derbarê karvekişîna Tillerson rast in yan na?" Naurt got ku "Em bi Tillerson re axifîn, bi awayekî zelal dixwaze ku li vir bimîne. Hîn gelek karên divê em biqedînin hene"

Piştî ku rojnamavenan bal kişand ku bernameya rojane ya Tillerson vala ye, Nauert dîyar kir ku ew bo çend rojan di betlaneyê de ye.

Berdevkê din yê wezaretê R.C. Hammond jî îdiayên derbarê îstifaya Tillerson bi awayekî tund red kir û dîyar kir ku wezîr qet ser veqetîna ji wezaretê nefikiriye.

CNN'ê roja Duşemê dîyar kiribû ku Tillerson, ji şêwirmendê xwe re gotîye ku ew dixwaze herî kêm heta dawîya salê karê wezaretê bimeşîne, lê daye zanîn ku di siyaseta derve ya Amerîka de, cûdabîrîya di navbera wî û Serok Trump de kûrtir dibe û ew ji vê yekê ne razî ye.

Trump û Tillerson, derbarê mijarên wek vekişîna Amerîka ji Peymana Îqlimê ya Parîsê, peymana navokî ya bi Îranê re û ambargoya ser Qatarê, ramanên ji hevdu cûda gotibûn.

XS
SM
MD
LG