Bajarê Tiltemir di hefteya derbasbûyî de li rastî 4 êrîşên DAIŞ hat û di êrîşa dawî de 2 roketên Katyoşa li bajêr ketin.
Rojnemavan Hisên Îsmaîl ji Dengê Amerîka re ragihand ku di dema dawî DAIŞ hewil dide ku êrîşan bîne ser bajarê Tiltemir.
Hemwelatîyê Kurd ji bajarê Tiltemir, Kamîran Ehmed jibo Dengê Amerîka ragihand ku "du roket ketin, ew ji cûreyê Katyoşa bûn ji gundê Uce ji başûrê bajêr derketine, pir zîyanên madî kirin."
Bajarê Tiltemir li ser çarkoşîya rîyan e. Çekdarên DAIŞ ji hêla başûr ve tenê 4 km ji bajêr dûr in.
Hêjayî gotinê ye, piranîya rûnîştvanên wî bajarî Kurd û Krîstîyan in û metirsîyeke pirr mezin li hemwelatîyan li Tiltemir heye.