Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Topbarana Tirkîyê Rewşa Xizmetên Saxlemîyê li Tiltemirê Asteng Dibin


Dîmeneke ji nexweşxaneya Heyva Sor ya Kurd ya li Tiltemirê 3
Dîmeneke ji nexweşxaneya Heyva Sor ya Kurd ya li Tiltemirê 3

Devera Tiltemir û gundewarê wê li bakur û rojhilata Sûrîyê di çend rojên dawî de, ji alîyê artêşa Tirkîyê û çekdarên opozisyonê ve rastî topbareneke giran tê.

Di encama topbaranê de zarar giheştîye mal û milkên welatîyan û hejmareke kesên sivîl hatine kuştin û birîndar kirin.

Navendên saxlemîyê li hereme bo dermankirina qurbanîyên topbarana hêzên Tirk hazirîyan dikin ku piranîya wan sivîl in, di nav de jin û zarok jî hene.

Rêvebirê nexweşxaneya Heyva Sor ya Kurd li bajarokê Tiltemirê, Lûey El-Bekir
Rêvebirê nexweşxaneya Heyva Sor ya Kurd li bajarokê Tiltemirê, Lûey El-Bekir

Rêvebirê nexweşxaneya Heyva Sor ya Kurd li bajarokê Tiltemirê, Lûey El-Bekir ragihand ku ji 2019’an vir ve Tiltemir û gundewarê wê bo artêşa Tirkîyê û komên çekdar bûye bûya enîya şer ya pêş.

"Lewma jiber topbarana bêserûber, hejmara birîndar û qurbanîyan li heremê zêde bûye. Piştî ku Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand, bo pêşwazîya qurbanîyan em jî asta amadekarîyên xwe xurt dikin."

Dîmeneke ji nexweşxaneya Heyva Sor ya Kurd ya li Tiltemirê 1
Dîmeneke ji nexweşxaneya Heyva Sor ya Kurd ya li Tiltemirê 1

Bi sedema êrîşan û rewşa şer ya li heremê, li pêş xizmetên saxlemîyê gelek astengî der dikevin, heya ku tîmên ambulansê jî rastî armackirinê tên.

El-Bekir bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku alîkarîya wan bikin û piştgiryê bidin navendên saxlemîyê, jiber ku niha herem di bin toparaneke tund de ye û rojane birîndar û qurbanî çêdibin.

Hêjayê gotinê ye ku piştî dagirkirina bajarê Serêkanîyê û Girêsipî ji alîyê artêşa Tirkîyê ve bi operasyoneke bi navê Kanîya Aştîyê, gundewarên van heremana rojane rastî topbaranan tên û sivîl dibin qurbanî û zararên mezin digehijin mal û milkên wan.

Tevî ku di navbera hêzên garantor û Tirkîyê de peymana agirbestê heye jî, pispor dibêjin artêşa Tirkîyê pabendê wê peymanê nebûye.

Çavdêr bawer dikin ku Tirkîye ji civaka navneteweydî çirayeke kesk negirtiye, lewma nikare operasyeneke nû ya bejahî pêk bîne û dest bi topbaraneke giran ya ser heremê kiriye.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin.

Li Herema Tiltemir di bin Topbaranan de Rewşa Xizmetên Saxlemîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00
XS
SM
MD
LG