Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîma Kino: Hunera bi Qehwê Taybetmendiya Min Diyar Kir


Di paxila hunerê de gelek tiştên seyr û balkêş hene û bi dehan cûreyên teknîk û şêwazên wê hene, ku li gorî kesayeta hunermend tên bikaranînin.

Yek ji wan teknîk û şêwaziya hunera şêwekariyê, hunera bi Qehwê ye, ku rengekî balkêş dide nîgaran bi rengê xwe yê qehewrengî û belavkirina wê li ser sîramîk yan yan kaxeza sipî.

Hunermend Tîma Kino, yek ji hunermendên ku vê teknîkê bikar tîne, ku bi qehwê nîgaran li ser sênîkên seramîkê dikşîne û di demek kin de karîbû bala derdora bi ser vê hunerê de bikişîne.

Tîma bi xwe textora diranaye, ji xelkê Kobanê ye.

Xwendina xwe ya textoriyê li zanîngeha Helebê xwend.

Ji sala 2017'an li bajarê Urfa ( Ruha) dijî û li wir karê textoriyê dike.

Behreya wê ya hunerî ji zaroktiya wê ve diyar bibû, ji ber wê jî malbatê guhdan bi xebatên wê yên destpêkê kirin.

Tîma dibêje : "şêweya Qehwê di fincanê de, bala wê kişandibû, bi taybetî di dema ku tê qulipandin ji bo xendina falê, ku nîgarên ciwan bi wê tên çêkirin, û ew bû destpêka min bi Qewê re."

Tîma xwe di vê hunerê de dibîne û li ser kar dike, ji bo bêtir bê naskirin û berhemên wê bi berfirehî li nav xelkê bê belav kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:15:01 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG