Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta Taybet ser Berdana 13 Xwendekarên Zanîngehê yên Kurd


Li Tirkîyê, 13 xwendekarên Zanîngeha Tib’ê yên jiber doza endamtîya Koma Civakên Kurdistan (KCK), ji 6’ê meha Hezîranê ve li girtîgehê bûn, do êvarê hatin berdan.

Rûniştina dadgehkirina 43 xwendekarên xwendegehên bijîşkî û saxlemîyê, do Çarşemê li Dadgeha Cezayê Giran ya Enqere'yê ya 13’an pêk hat.

Dadwer, daxwazên hin xwendekaran ku xwestin bi zimanê dayikê parastina xwe bikin red kir, bi sedema ku ew dikarin bi Tirkî xwe îfade bikin.

Bavê xwendekar Özgür Mert, Reşît Bakan berdana hemî xwendkaran wekî agahîyeke pir baş dinirxîne. Ew, dibêje, “dema ferkirina Kurdbûnê feraseta sûcdarbûnê derxe holê, ev yek li vî welatî dibe sedema hatina talûkeyan.”

Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES), Çetîn Erdolu, li ser dadgehkirina xwendekaran dîyar dike ku xwendekar têne darizandin ku karê bijîşkîyê bi dest nexin.

Parlamenterê Stenbolê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP), Sezgîn Tanrikulu jî destnîşan dike ku bi vê dozê re li ser navê hiqûq û demokrasîyê rewşeke pir xeter derketîye holê.

Hêjayî gotinê ye piranîya xwendekarên bijîşkîyê yên ku bi endamtîya KCK’ê têne darizandin, ji bajarên Kurd yên Tirkîyê ne ku bi serkeftineke mezin mafê xwendina di Fakulteyên Tib’ê dest xistine.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG