Di encama peqandina tirombîleke bombebarkirî de, herî kêm 3 kes îro li bajarê Tirbesipî ya Kurdistana Sûrîyê hatine kuştin.
Hêzên ewlekarîya hindurîn ya Bakûr û Rojhilata Sûrîyê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku peqîn ku li ber navenda postê ya bajêr qewimî û hemî qurbanî zarok in.
Berdevikê hêzên ewlekarîya hindurîn Elî Hesen ji Dengê Amerîka re got ku tirombîla bombebarkirî xwest ku hêzên wan armanc bigire, lê bû sedema kuştina 3 zarokên bê sûc û guneh.”
Hesen dîyar kir ku di êrîşê de 2 endamên wan jî birîndar bûn.
Jêderên ewlekarî ragihand ku hejmarek ji welatîyên li nêzî êrîşê jî birîndar bûn û yên bi rewşên giran ji nexweşxaneyên Qamişlo re hatin veguhastin û birîndarên sivik li navenda Heyva Sor a Kurdî ya li Tirbesipî hatin derman kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Tirpesipî girêdayî Qamişlo ye û ev bêtirî du sal in ku rewşa wî bajarî pir aram e.